4 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Li îstenbolê li taxa Gungörenê li kargeha 4 qata ku hilberîna alavên tekstîlê lê têkirin,aigr pê ket û di encamê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan. Parêzgeha Îstenbolê li ser mijarê weha got:
“Îro siet di 13.40 an de li navça Gungörenê tîmên vemirandina agir mudaxeleya şewatê kirine û di 16.30 an de agir hatiye vemirandin. Tîm dest bi sarkirina ciyê şewatê kirine. 6 karkerên ku dûman li wan bandorê kiriye birine nexweşxanê. Karkerekî ku li ser linga tedawiya wî hatiye kirin,siet di 18.30 yan de li qereqola navendê îfade daye ku hinek karker ji bo xwe ji agir biparêzin ketine destşoyê. Li ser vê îfada karker, car din xebat lêgerînê destpêkiriye û 4 karkerên biyanî ku xwe xistine destşoyê hatine dîtin û ji dûmanê can dane.
Li ser mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di derbarê karsaz de agahdariya cûc ji bo serdozgeriyê hatiye kirin. Ji ber bûyerê em xemgînin, ji bo kesên wefat kirine, ji Xwedê rehmet û em ji birîndaran re şîfayê dixwazin.”