TR KU SO
FB X
Cîhan

4 xebatkarên tenduristiyê di êrîseke çekdarî de hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2021 23:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê li rojhilatê Afganistanê di êrîşên cûda de 4 karmendên tenduristiyê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristaiya Afganistanê ragihand, vê sibê di êrîşên plankirî de li rojhilatê welat 4 karmendên tenduristiyê yên tîmên taybet ên derzîkirina zarokan li dijî felca zarokan kar dikirin hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

12ê Gulana sala 2020an jî li bajarê Deşet Berşê yê Afganistanê komên çekdar êrîşî nexweşxaneyê kiribûn û 24 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Parve bike: