40 ciwanên Kurd piştî 100 rojan gihîştin Îtalyayê
PeyamaKurd - 40 koçberên ji Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku zêdetirî 100 rojan li Lîbyayê ji aliyê çeteyên qaçaxçîtiya mirovan ve hatibûn girtin û rastî îşkenceyê hatibûn, li Deryaya Spî ji aliyê Hêzên Deryayî yên Îtalyayê ve hatin rizgarkirin.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyekî parêzvanê mafên koçberan li Îtalyayê daye, keştiya ku 40 ciwanên Kurd tê de bûn roja Yekşemê hate rizgarkirin û koçber roja Duşemê veguhastin navenda ragirtinê ya li girava Lampedusa ya girêdayî herêma otonom a Sicilyayê.
Koçberên ku piraniya wan ji Hewlêr, Silêmanî, Şarezûr û Raperînê ne, diyar kirin ku çeteyan bi rêya îşkenceyê zext li malbatên wan kiriye da ku ji bo berdana wan pereyan bidin, û hin koçberan gotine ku wan ji bo gihiştina Ewropayê heta 18 hezar dolarî dane qaçaxçiyan.