40 leskerên Sûrî û komên çekdar hatin kustin
PeyamaKurd - Balafirên Rûsî bajarokê Seraqib yê Idlibê bombebaran kir û di encama şerê bejahî de jî nêzî 40 leşkerên rejîmê û komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsî bi moşekan derdora bajarokê Seraqibê kirin hedef.
Hêzên rejîmê jî gundên Cebel Şehşebo li gundewarê Hemayê û derdora gundewarê Idlibê yê başûrî topbaran kirin.
SOHRê ragihand ku di encama şerê navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de, li gundewarê Idlibê 27 leşker û 9 çekdar hatin kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku li Herş Besinqûl û bajarokê Mehembel li gundewarê Idlibê yê rojavayî jî ji ber moşekên rejîma Sûrî hejamreke sivîl birîndar bûn.
Dîsa li gorî SOHRê li derdora Kebanê li gundewarê Laziqiyê jî 3 leşkerên rejîmê hatine kuştin.