Cîhan
400 zîndanî ji zîndanê reviyan
PeyamaKurd- Hefteyeke zêdeye ku li der û dora Trablusa Lîbyayê şer û pevçûna navbera muxalefet û hukumetê dewam dike. Di nava şer û pevçûnan de ji Zîndana Ain Zarayê 400 kesên ku di zîndanê de bûn firar kirin. Bi sedema şer û pevçûnan rewşa awarte hat îlankirin.
Li gor ragihandina polîsan zîndaniyên Ain Zarayê piştî ku gardiyanan dîl girtin, hemû astengiyan derbas bûn û reviyan. Di nava girtiyan de terefdarên Muammer Qadafî jî hene.
Sekreterê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres her dû aliyan dawet kir da bi peymanê re sadiq bimînin. Hefteya borî jî her dû alî 47 kesan ji hev kuştibûn.