Cîhan
450 koçber hatin girtin
PeyamaKurd- Li eyaleta rojhilatê Meksîkayê bo ser otelekî operasyon hat kirin û di encama operasyonê de 450 koçberên ku dixwestin ji Meksîkayê herin Amerîkayê hatin girtin. Li gor ragihandina Enstîtuya Netewî ya Koçberan; polîsên eyaletê û federasyonê bi hevre operasyonan kirine û piraniya koçberan xelkê Hondûras û Gûatemalayê ne.
Hat ragihandin dê piştî karen koçberan yên li asayîşê biqede dê wan li ciyeka bi ewle bicîh bikin lê nehat gotin dê wan bişînin welatên wan an na.