TR KU SO
FB X
Cîhan

5 nivîsarên rojname ya Cumhuriyetê serbest hatin berdan

Admin M
Nivîskar
📅 13 îlon 2019 03:03

PeyamaKurd- Dadgeha jêr bi sedema ku alîkariyê dane rêxistina Fethullah Gulen ceza dabû 5 rojnamevanên rojnama Cumhuriyet ê ya Tirkiyê. Piştî cezadayînê girtiyên rojnamevan îtîraza biryara dadgeha jêr kirin û dosyayên wan çûn dadgeha Bilind ya bi navê Yargitayê ya 16 emîn ku ya cezayê giran e.

Piştî temyîzê dadgeha Bilind biryara dadgeha jêr xerab kir û biryara berdana her 5 rojnamevanan da. Piştî ragihandina biryarê rojnamevanên girtî û parêzerên wan ji bajarê Kocaeliyê ji zîndana Kandırayê bi hevre birêketin û ber bi Îstenbolê de çûn.

Rojnamevanên ku hatin berdan; Önder Çelik, Güray Tekinöz, Hacı Musa Kart, Hakan Karasinir û Mustafa Kemal Güngör in. Musa Kart piştî ji zîndanê dûr ketin û li ciyekî rawestiyan weha got:

“Berya 4.5 mehan dema em çûn zîndana Kandırayê me got ‘ev doz ya komarê ye û dê di wijdana xelkê de darizandina wê dewam bike.’ Û wisa jî bû û bi biryara Yargıtayê ji şaşiyekî dageriya.”

Parve bike: