TR KU SO
FB X
Cîhan

60 dewlet: Nîsane hene ku ISID ji nûh de derê ortê

Admin M
Nivîskar
📅 08 sibat 2020 22:29

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî (UN) ragihand ku îstîxbaratên 60 dewletan di raporên xwe de gotine ku bo derketina ortê ya İŞİD ê nîşanên ciddî hene. Serokê baregeha têkoşîna li dijî terorê ya Neteweyên Hevgirtî dîplomat Vladimir Ivanovich Voronkov, li ser mijarê ragihand ku İŞİD ê, devera herî dawiyê li Sûriyê ya ku di destê wê de bû, di meha adarê de jidest çû. Paşî Bexdadî hat kuştin û di rêvebiriyê de guherandin çêbû lê raporên ku diçin destê wan nîşan didin ku İŞİD hêjî di navenda terorê ya dinyayê de ye.

Voronkov dibêje ku İŞİD êrîşê hêzên mehellî û navdewletî dike û di encama operasyonên ku Tirkiye li Sûriyê dike, li Sûriyê İŞİD car din xurt bûye. Roja borî li ser vê mijarê civînek hatibû lidarxistin û di mijarê de serokê konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî Marc Buytswerve li ser pirsa Rûdawê got ku di mijara İŞİD iyên di dest de Tirkiye, Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê lihev nakin û weha dewam kir:

“Di 7 ê sibata 2020an de, di civîna ku me kir de, ew İŞİD î yên ku di zîndanên HSDê de ne û bi 10 hezaran kesin, dahatûya wan di navbera me de îxtîlaf bû. Rûsya dixwaze wan û temamê şervanên biyanî teslîmê rejîma Sûriyê bikin.”

Cîgirê Nûnerê Rûsyayê yê NH Gennady Kuzmin li ser mijarê dibêje ku nabe hêzeka çekdar nobedariya hêzeka çekdarî dinê bike. Berdevkê NH Ferhan Haq jî mijarê bi awayeka dinê dixwaze çareser bike û weha dibêje:

“Daxwaz zêdetirin ku terorîstên di dest de bên şandin bo welatên wan.”

Tirkiye dixwaze zîndanên ku İŞİD î tê de ne, gavekî zûtir ji destê HSD ê derê lê projeya Moskovayê jî destek nake.

Parve bike: