Cîhan
600 leskerên Amerîkî gihan Sûriyê
PeyamaKurd- 600 leşkerên ku Amerîka şand Sûriyê, gihan balafirgehên Amerîkayê yên li rojhilatê Firatê, Xerab Işq û Sirrîn ê. Ev leşker ew in ku di dema Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne, wê destekê bide vekişîna wan. Niha 600 leşker wê li 18 baregehên Amerîkayê bên belavkirin.
Piştî leşker li baregehan bên belavkirin û Amerîka dest bi vekişîna leşkeran bike, wê baregehên Xerab Işq û Sirrînê bikin baregehên bingehîn bo vekişandinê. Her dû baregehên din yên li Rimêlan û Til Beyderê bo birina alavên giran wê bên bikaranîn.
Li Sûriyê 18 baregehên leşkerî yên Amerîkayê û li dora 2 hezar leşkerên wan hene.