Cîhan
9.800 Nîjeryayiyên ji Boco Haramê reviyane Kamerûnê wê dagerin welatê xwe
PeyamaKurd - 9.800 Nîjeryayiyên ji Boco Haramê reviyane Kamerûnê wê dagerin welatê xwe nîjeryayê.
Jimara Nîjeryayiyên li jorê bi sedema êrîş û kuştinên rêxistina Boco Haramê ji welatê xwe reviyan. Berpirsê medya û stratejiya gihandinê Malam Îsa Gusau, bi nivîskî ragihand ku parêzgerê eyaleta Bornoyê ya Nîjeryayê Babagana Zulum û rêvebiriya Afetê û wezareta geşepêdana civakî seredana Kamerûnê kirine.
Gusau, di encama hevdîtinê de got ku wê koçberên xwe dagerin welatê xwe.