Abbas Araqçî: Hewldana dijmin a ji bo parçekirina welatê me têk çû
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî diyar kir ku welatê wî kariye rê li ber Amerîka û Îsraîlê bigire ku bigihîjin armancên xwe.
Araqçî, îro şer wekî "serdema zêrîn" a dîroka Îranê bi nav kir, diyar kir ku hewldana "dijmin" a ji bo parçekirina welêt û hilweşandina rejîmê têk çûye. Derbarê Tengava Hurmuzê de, Araqçî diyar kir ku tengav di bin kontrola welatê wî de ye û piştî şer wê bi tedbîrên taybet were birêvebirin.
Wezîrê Derve yê Îranê got, "Tu dijminatiya me bi welatên herêmê re tune ye," û di peyamekê de ji welatên herêmî re got, "Em ê tenê baregeh û xalên Amerîkî yên ku êrîş li dijî Îranê ji wan têne kirin hedef bigirin."
Abas Araqçî matmayî ma ku hin welatên herêmê êrîşên Amerîka û Îsraîlê şermezar nekirin û bang li wan kir ku ji Amerîkiyan dûr bisekinin.
Operasyona hewayî ya hevbeş a ku ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an de dest pê kir, aloziyên li herêmê gihandiye asta herî bilind.
Ji bo tolhildana van êrîşan, Îranê moşek avêtin Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkî li welatên herêmê kirin hedef.