TR KU SO
FB X
Cîhan

ABD bo polîsan biryarnameyek nû derxist

Admin L
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 14:10

PeyamaKurd Serokê Amerîka Donal Trump, dû bûyerên dawî yê ji aliye polîsan li reşikan hatin kirin, biryarnameyek nû derxist û îmze kir.

Trump di civînê de, li dijî qutkirina butçeya polîsan derket û got, ‘’Ger polîs tunebe wê anarşi çêbibe’’

Serokê Amerîka berdewam kir û got, ‘’Amerîkî qanûn û dîsîplînê dixwazin. Ger polîs tune be wê kêşe û anarşî çêbibe, ger ewlekarî tunebe wê xirabî çêbibin’’

Serokê Amerîka da zanîn ku, Civata Senatoran bo reforma polîsan li ser bernivîsekê dixebitin û amade ne li ser vê mijarê bi Kongresî re bixebitin.

Di biryarnameya hat îmzekirin de ev xalana hebûn,

- Polîsên ku hêza tund bikaranîne dê li ser sîstema federal werin qeydkirin û ew agahî dê werin parvekirin

- Heta ku bo jîyana polîs metirsî çênebe dê desteserkirina bi zexta li ser stû qedexe be

- Bo perwerdekirina polîsan ya ser karanîna hêz û kêmkirina girjîya, dê pirtir Wezareta Dadê budçeyê bide

- Di desteserkirinên bê tundûtûjî de, dema bêmal û hişbirhez tên desteserkirin dê xeynî polîsan xebatkarên din yên sîvîl jî hebin.



Di merasîma îmzeyê de Wezîrê Dadê William Barr, Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnel û hin endamên din yên Kongresî jî hebûn.

Parve bike: