TR KU SO
FB X
Cîhan

ABD: Civîna me ‘samîmî û rastgo’ bû

Admin M
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2022 04:24

PeyamaKurd – Cîgira wezîrê karên derve ya Amerîkayê Wendy Sherman behsa civîna di navbera Amerîka û Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê kir û got ku civîn  ‘samîmî û rastgo’ bû. Sherman, li Cenevre piştî bi cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov re li dora 7,5 siet hevdîtin kir, bi rêya telekonferansê agahiyan da rojnamevanan.

Sherman got ku hevdîtina wan bi Rûsya re  ‘samîmî û rastgo’ bû lê hêj zûye ku karibe bêje Rûsya di mijara dîplomasiyê de ji dile an na. Sherman li ser pirsan weha bersivan da:

“Em ê di nav wextê de bizanibin bê Rûsya dixwaze tansiyonê bixîne û rêya herî baş jî ku diplomasiye, fam dike an na, bibînin. Amerîka hişyariyê da Rûsyayê da arîşeyê kêm bike. Rûsya got ku armanca wan ya îşxala Ûkraynayê tineye û li ser sînor tenê perwerda leşkerî dikin. Ji bo îsbat bikin niyetekî wan ya weha tineye, dikarin arîşeyê kêm bikin û leşkerên xwe dagerînin qişlayên wan.”

Sherman îşaretê neda bê di hevdîtinê de pêşdeçûn heye an na.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, do yevlî bernameyekî televizyonê bû bû û weha gitibû:

“Di wexteka ku Rûsya sîlih daye ser serê Ûkraynayê, em bende nînin ku pêşdeçûnekî mezin çêbibe.”

Parve bike: