TR KU SO
FB X
Cîhan

ABD: "Em ê bo êrîsa Iraqê car din bikevin nav tevgerê”

Admin M
Nivîskar
📅 04 adar 2021 03:57

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Jen Psakî di civîna çapemeniyê de ragihand ku Amerîka mafê xwe yê bersiva êrîşa ser balafirgeha Eyn el-Beled a Iraqê ku leşkerên Amerîkayê tê de ne, diparêzin û eger pêwist be, wê car din bikevin nav tevgerê.

Psakî got ku ew li ser bandorên êrîşa dawî û berpirsên êrîşê radiwestin û lêkolîna wan dewam dike. Psaki ragihand ku Amerîka bi pîvan, bi mêzên û bi ewlehî bersiva wan êrîşan dide û weha dewam kir:

“Eger em bigihên encamê ku divê bersiv bê dayîn, kengê em bixwazin, em ê bikevin nav tevgerê. Ew mafê me parastiye.”

Parve bike: