Abdullah Gul: Pirsgirêka Kurdî êdî bûye pirsgirêkeke navdewletî
PeyamaKurd - Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul dibêje, pirsgirêkaa Kurdî êdî bûye pirsgirêkeke navdewletî û divê Tirkiye li gor vê yekê tevbigere, Gul herwiha rexne li pergala serokatiyê digire û dibêje, divê Tirkiye vegere ser pergala parlamenteriyê.
Abdullah Gul di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Karar a Tirkiyê, amaje bi wê yekê da, ku pirsgirêka Kurdî bûye pirsgirêkeke navdewletî û diyar kir, ku ew yek di encama siyasetên şaş de çêbûye.
Serokomarê berê yê Tirkiyê Gul tekez kir, pirsgirêka Kurdî niha yek ji pirsên herî girîng ên Tirkiyê ye û destnîşan kir, ew naxwaze ti kesî yan aliyekî tawanabr bike, lê belê derbarê vê meseleyê ew hemû berpirsyar in.
‘Pirsgirêka Kurdî ber bi rehendên herêmî û navdewletî ve çûye’
Bi gotina Abdullah Gul, ji ber ku wan di nava xwe de, bi destpêşxeriya xwe û li gor standarên bilind ên mafên mirovan, pirsgirêka Kurdî nehat çareserkirin, êdî ew pirsgirêken ber bi rehendên herêmî û navdewletî ve çûye.
Serokomarê berê yê Tirkiyê Gul got: “Li gor welatên din, Kurd herî zêde li Tirkiyê dijîn. Dema gotûbêj derbarê “Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê” de dihat kirin gelekî balkêş bû. Li ser şaşeya CNN Turkê li ser nexşeyê gotûbêj dihat kirin, li ser nexşeyê Kurdên har çar welatan dihatin pêşandan. Piştre min li CNN Internationalê temaşe kir, li ser heman nexşeyê gotûbêj dihat kirin, li beşê Tirkiyê 15 milyon, Iraq 4 milyon, Sûriye 2 milyon û li Îranê 6 milyon Kurd hatibû nivîsîn. Li ser nexşeya Tirkiyê ew hejmar nebûn, ev rastî ye, hewqas Kurd li Tirkiyê dijîn, lê heya çi astekî bi yeksanî wek welatî danûstandin ligel tê kirin.”
‘Eger em vê pirsê di nav xwe de çareser bikin...’
Abdullah Gul herwiha dibêje: “Eger em vê pirsê di nav xwe de çareser bikin, em dê li welatê xwe û li herêmê jî bihêztir bibin. Lê tirsa min ew e ku vê pirsê li welêt çareser nekin, pirsgirêke tenê di nav welat de nemîne û rehendeke navdewletî li xwe bigire.”