TR KU SO
FB X
Cîhan

Abdulmehdî: “Artêsa Amerîkayê bo vekisînê nameyekî bo me sand”

Admin M
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2020 03:59

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ragihand ku wan nameyekî ji aliyê artêşa Amerîkayê sitendine ku di derbarê vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Iraqê ye.

Parlementoya Iraqê civîna xwe ya yekem ya piştî kuştina Qasim Silêmanî û Muhendîs kiribû. Biryar derket ku hêzên biyanî ji Iraqê vekişin. Parlementerên Kurd û yên sunne tevlî civînê nebûn. Tenha parlementerên şî’a di civînê de biryarê dan.

Adil Abdulmehdî negotiye bê naveroka nameyê çiye û tê de hûrgiliya vekişînê heye an na.

Parve bike: