Cîhan
Abdulmehdî dixwaze seredana Tirkiye û dewletên kendavê bike
PeyamaKurd- Li gor ragihandina televîzyona Iraqê; serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de weha ragihand:
“ Em naxwazin têkiliyên xwe bi dewletên cîran re li ser îxtîlafan deynin. Îxtîlaf demeke dirêje ku hene. Em weka dewleta Iraqê, li ser bingeha berjewendiyên hevpar dixwazin têkiliyên xwe deynin. Di vê çarçoveyê de ez ê di demên pêşiya me de, seredana Tirkiyê û hinek dewletên kendavê bikim.”
Serokwezîrê Iraqê Abdulmehdî ragihand ku dê siba di asta bilind de 90 kes ji Erebsitana Si’ûdiyê herin seredana Bexdayê û wê di nava du hefteyan de Abdumehdî seredana Erebistanê bike. Di seredanê de mijarên bazirganî, mijara gumrikê û mijara hecca Iraqiyan hene.