Cîhan
Adil Abdulmehdi îstîfa xwe sand parlementoyê
PeyamaKurd- Li gor ragihandina K24 ê ku yek ji rêvebirên parlementoya Iraqê ragihandiye ku daxwaznameya îstîfa Adil Abdulmehdî gihaye parlementoyê. Hat gotin ku Adil Abdulmehdî bi rêya telefonê bi Muhammed Halbûsî re axifiye. Rêvebir ragihandiye ku sibê wê parlemento bicive û li ser daxwaza îstîfa Abdulmehdî û bûyerên li bajarê Zikarê biaxifin.
Abdulmehdî do ragihandibû ku bi sedema welat nekeve kaosê, li ser banga Elî Sîstanî gotibû ku dê daxwaznameya îstîfa xwe bişîne parlementoyê.