Cîhan
Afganistan | Balafira 83 kes tê de bûn li herêma Talîbanê ketiye
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Afganîstanê balafireke rêwiyan ku 83 kes têde bûn ketiye xwar ku hîn derbarê mirî û birîndaran de daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li gorî zanyariyan balafira bi tîpa Boeing li navçeya Deh Yak ya herêma Gazne bi dema herêmî li saet derdora 13:00an ket xwar.
Hat ragihandin ku di balafira ku 83 rêwî tê de bûn li herêma di bin kontrola Talîbanê de ketiye xwar.