TR KU SO
FB X
Cîhan

Afganistan | Du dadwerên jin û pasevanên wan hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2021 18:57

PeyamaKurd - Li Afganistanê di encama êrîşeke çekdarî de, 2 dadwerên jin û pasevanên wan hatin kuştin.

Berdevkê nivîsgeha Dozgeriya Giştî ya Afganistanê Cemşîd Resûlî ragihand, îro danê sibehê di encama êrîşeke çekdarî ya li Kabûl a paytexta Afganistanê de, 2 dadwer tevî pasevanên wan hatin kuştin.

Berdevkê Dozgeriya Giştî daye xuyakirin ku herdu dadwer dema diçûn dadgeha bilind a paytextê rastî erîşa çekdarî hatine.

Hêj ti aliyekî berpirsiya vê êrîşa çekdarî li xwe negirtiye.

Parve bike: