Cîhan
AFP: Tankên Îsraîlê rêya sereke ya Xezeyê girt…
PeyamaKurd – Hate ragihandina ku tankên artêşa Îsraîlê îro 30yê Cotmehê roja Duşemê, rêya sereke ya Şerîda Xezeyê girtine.
Ajansa AFPê ragihandiye ku îro tankên Îsraîlê ketine hûndirê Xezeyê û rêya ku bakur û başûrê Xezeyê girê dide ango otorêya Selahaddîn ji çûnûhatinê re girtine.
Hate diyarkirin ku tankên Îsraîlê gihîştine heta taxa Zeytûn a Xezeyê û ji wir li ser wesayîtên derbas dibin guleyan direşînin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî doh bang li xelkê bakûrê Xezeyê kiribû berê xwe bidin başûrê herêmê.