Cîhan
Agir bi balafira karsazê Tirkiyê ket û balafir şewitî
PeyamaKurd – Balafira aîdê karsazê Tirkiyê ya Hamdi Akın ji Îstenbolê giha Lîbyayê. Balafira modela wê TC-AKF li balafirgeha navdewletî ya Misratayê ya li Lîbyayê, di wexta xwe datanî qeza kir û agir pê ket.
Xebatkarên nav balafirê sax rizgar bûn û di qezayê de kes birîndar nebû û nemir.
Sedema qezayê nehat zanîn lê tîmên îtfaiyê di wextekî kurt de karibûn agir vemirînin. Piştî qezayê balafirxane û seha hewayê ji bo balafiran hat girtin.