TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi katedrala Notre Dame ya Parîsê ket

Admin M
Nivîskar
📅 16 nîsan 2019 03:18

PeyamaKurd- Serê Katedrala Notre Dame yê ku ji texta hatibû sergirtin, agir pê ket û bi temamî şewitî lê di şewatê de hîç kesek nemir. Bi sedema ku nikarin agirê wê vemirînin, avahiyên der û dora katedralê tên valakirin. Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa Parîsê; şewat di beşa ku lê renovasyon dihat kirin de derketiye û temamê serê avahiyê roxiyaye.

Dozgeriya Parîsê dest bi lêpirsînê kiriye. Serokê Fransayê Macron wê di mijara daxwazên Êlek Zer an de biaxifiya lê axaftina xwe betal kir û çû ciyê bûyerê.

Li gor ragihandinan wisa xuyaye ku wê şewat zêdetir bibe û dibe bikeve temamê Katedralê hetta avahiyên der û dora wê jî. Ciyê daxêye ku avahiyeka weha dîrokî û xwediya endazyariyeka bêhempa bişewite û dîroka di navê de wenda bibe.

Parve bike: