TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi zîndana Umraniye ket: 20 zîndaniyan birin nexwesxanê

Admin M
Nivîskar
📅 05 sibat 2022 03:03

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê siet di 17.30 an de agir bi zîndana Umraniye ket û îtfaiye mudaxele bi agir kir û xist bin kontrola xwe. Lê ji şewatê 20 girtî bandorê dîtin û wan birin nexweşxanê. Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ li ser şewatê weha got:

“Talûka jiyana ti kesî tine û her tişt di bin kontrolê de ye. Agir bi qawîşekî zîndana tîpa E yê ya Umraniyê ketiye. Agir hatiye vemirandin û niha sarkirina wê dewam dike. Memûrekî û 20 zîndaniyan birine nexweşxanê.”

Parve bike: