TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir giha xaniyan

Admin M
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2020 21:11

PeyamaKurd- Li bajarê Hatayê ya li qerexê Derya Sipî li navçeya Belenê ji duhî de agir bi daristanê ketiye û nikarin vemirînin. Îro agir ji navçeya Belenê qevazdaye navçeyên Îskenderûn û Arsûzê.

Bi hatina baya gur jî agir her diçe belav dibe û agir gihaye xaniyan. Lewra xelk niha malên xwe terk dikin. Di derxistina şewatê de qesd heye an na ji aliyê parêzgeriya Hatayê de lêpirsîn têkirin.

Parve bike: