TR KU SO
FB X
Cîhan

Ahmed Mesûd: Em ê li hemberê Talîbanê berxwedanê ranewestînin

Admin M
Nivîskar
📅 26 tebax 2021 04:04

PeyamaKurd – Serokê Berxwedana Eniya Netewî yê Afxanistanê Ahmed Mesûd li ser rewşa Afxanistanê şiroveyan kir û got ku niyeta wan tineye berxwedana li hemberê Talîbanê rawestînin. Ahmed Mesûd ji bo Paris Marchê weha ragihand:

“Niyeta me tineye ku em têkoşîna xwe bi dawî bikin. Li vê derê, li Pencşîrê her tişt nûh destpêdike. Nabe em teslîm bibin.”

Mesûd di ragihandina xwe de got ku rast nîne Talîbanê hêzên berxwedanê dorpêç kiriye lê dikarin bi Talîbanê re hevdîtinan bikin û weha dewam kiriye:

“Di dema hemû şeran de hevdîtin tên kirin. Lê teslîmbûn tişteka dinê ye. Ez dubare dikim, ez û fermandarên di bin fermandariya min de, niyeta me tine ye ku em teslîm bibin.”

Mesûd bi sedema Amerîka dawxaza wî ya sîlihan red kiriye, Amerîkayê rexne kir û weha dewam kir:

“ Ez xetaya kesên ku 8 roj berê min ji wan sîlihan xwest ji bîr nakim. Daxwaza min red kirin. Niha ew sîlihên malên Amerîkayê top, helikopter û tank di destê Talîbanê de ne.”

Parve bike: