Ahmedînejad: Bandora Brîtanya li ser erka dadweriyê heye
Serokê Îranê yê berê Ahmedînejad, di ser malpera înternetê ya bi navê "dolatebahar"ê de, ji ber girtina her dû cîgirên xwe yên berê car din erka dadweriya Îranê xiste hedefa xwe. Ahmedînejad got:
“Bandora Brîtanya li ser dadweriya darizandina Îranê heye. Berya cîgirê min yê berê Rahîm Meşaî bê girtin, ragihandibû ku rêvebiriya Brîtanya protesto dike. Kesekî ku li dijî desttêwerdana Brîtanya ya karê nava Îranê derê, bo çi ji aliyê sîstema dadweriyê ve dikeve ber êrîşan û bi dizî tê muhakemekirin.”
Ahmedînejad behsa seredana wezîrê karê derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ku di dawiya sala borî de hatibû Tehranê dike û weha dibêje:
“Eger tirseka wan tine be, bila metnên hevdîtinên navbera xwe û wezîrê Brîtanî belav bikin û lêpirsînan aşkera bikin.”