TR KU SO
FB X
Cîhan

Ahmedînejad ji xew rabû: “Kiryarên we zalimane ne”

Admin M
Nivîskar
📅 27 hezîran 2018 18:58

PeyamaKurd- Piştî demeka dirêj, serokê berê yê Îranê Ahmedînejad, belkî hêj nû derfeta xwe ji arîşeyên navbera xwe bi xwe dît û bi yekcarekî berê xwe da Amerîka. Ahmedînejad nameyek ji Trump re nivîsand û di derbarê dorpêça Amerîka bo ser Îranê rexne kir û bi “zalimane” navand.

Ahmedînejad di nameya xwe de got ku dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, dê tenê xelkê Îranê bike binê zilma kiryarên di derveyê mirovahiyê de. Ahmedînejad firotina sîlihan bo herêmê jî weka mudaxeleya asayîşa herêmê ragihand. Dewama nameya Ahmedînejad weha ye:

“Ev 40 sale hukumetên Amerîkayê siyaseta xwe ya di derbarê Îranê de li gor têgihiştina xwe ya xerabker ava kirine. Ev jî bûye sedem ku her dû dewlet di warê mirovahî û aboriyê de zerarê kirine. Hukumeta te jî kiryarên xwe yên dijminane dewam dike. Van kiryarên we, tenê berxwedana xelkê Îranê zêde dike, nefreta xelkê zêde dike û mesafeyeka dirêj dixe navbera her dû aliyan.”

Parve bike: