TR KU SO
FB X
Cîhan

Ajansa dewleta Sûrî: Gelê Reqayê Tirkiye protesto kir

Admin S
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2018 17:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarokeke Reqayê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hat lidarxistin û diruşmên dijî Tirkiyê hatin qêrîn.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Dewleta Sûriyê (SANA) ragihand ku xelkê bajaroka Sebhe ya Reqayê bi xwepêşandanan operasyonên Tirkiyê şermezar kirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku xwepêşanderan wêneyê Beşar Esed hilgirtine û digel alên Sûriyê hewlên Tirkiyê yên dagirkirina axa Sûriyê bi hincetên hebûna hêzên HSD û DAIŞê protesto kirine.

Herwiha hat ragihandin ku li bajarê Dêrazorê jî xelk derketiye meydana bajêr û xwepêşandanek li dijî Tirkiyê hatiye lidarxistin.

Parve bike: