TR KU SO
FB X
Cîhan

Ajotvanê otobusê kustin û 23 rêwiyan revandin

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 01:04

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Katsînayê kesên çekdar êrîşê ser otobusekî kirin, ajotvanê otobusê kuştin û 23 rêwiyan revandin.

Berdevkê polîsê eyaleta Kastînayê Gambo Îsah, ragihand ku hêzên asayîşê şandine ciyê bûyerê û lêpirsîna bûyerê dane destpêkirin.

Hêzên çekdar do li eyaleta Baurenê li gundê Zakatê êrîşê dadgeha şer’î kiribûn û dadger revandibûn.

Parve bike: