TR KU SO
FB X
Cîhan

Akar: Me bi heyeta Rûsî re li hev kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 adar 2020 18:23

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê hevdîtinên ligel heyeta Rûsî li Enqerê ragihand, danûstandinên leşkerî bi heyeta Rûsî re berdewam dikin û bi rêjeyeke mezin lihevkirin çêbûye.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro Pêncşemê da xuyakirin ku gotûbêjên ligel şanda leşkerî ya Rûsî berdewam in û bi rêjeyeke mezin lihevkirin çêbûye.

Akar diyar kir, eger li Idlibê agirbest bê şikandin û êrîş ‎berdewam bin, wê demê ji cihê dest jê berdane destpê dikin û operasyonên xwe berdewam dikin.

Wezîrê Tirk got ku ew li Idlibê dimînin û bi ti awayî hêzên xwe paşde nakişînin.

Li ser bergiriyên bo vîrûsa koronayê jî Akar da xuyakirin: “Li baregah û yekîneyên leşkerî tedbîr hatine wergirtin, herwiha ‎hevdîtinên derveyî welat û çûna şandan bo derveyî welat hatiye sînorkirin.”

Parve bike: