TR KU SO
FB X
Cîhan

Akar: Me plan çêkir, dewriyeya bejahî ya hevbes 8ê Îlonê tê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 îlon 2019 22:34

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê rêkeftina ‘herêma ewle’ ya digel Amerîkayê de got, wan plan çêkiriye dewriyeya hevbeş a bejahî ligel Amerîkayê 8ê Îlonê dest pê bikin.

Piştî rêkeftina herêma ewlekariyê hêzên Amerîkî û Tirkiyê di çarçoveya odeya operasyona hevbeş de, dewriyeyên çavderiyê yên esmanî pêk anîbûn li herêma sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha Amerîkayê bi bejahî jî digel Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê ji aliyê Rojava ve dewriyeyên çavderiyê pêk anîbûn.

Wezîrê Tirk piştî brîfînga fermandarên berpirsên ewlekariya sînoran derbarê rewşa dawî ya rêkeftina ligel Amerîkayê bo herêma ewle de got, “Me plan çêkir ku dewriyeya hevbeş a bejahî 8ê îlonê pêk bînin. Pêşî gotin leşkerên tirk bi ti awayî nakevin wir. Danûstandinan mehek du mehan dom kir. Herî dawî di meha Tebaxê de li ser bernameyeke diyar rêkeftin çêbû. Me Minbic jî Reqa jî ji bîr nekiriye. Ji ber ku ew ser neketin, me operasyonên Mertala Firatê û Şaxa Zeytûnê encam dan. Biryardariya me ya di vî warî de eşkere ye.”

Parve bike: