TR KU SO
FB X
Cîhan

Akin Gurlek: Nivîsandina destûreke nû pêdiviyek e

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 11:04

PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, di merasîma vekirina "Dibistana Siyasetê" de li Zanîngeha Stenbolê ragihand ku destûra niha êdî ne li gorî daxwazên civaka pêşketî û geşedanên cîhanê ye.

Wezîrê Tirk destnîşan kir ku destûr ne tenê rêziknameyeke ji bo birêvebirina dewletê, lê "peymaneke yasayî û exlaqî" ye ku di navbera gel û dewletê de tê girêdan.

Gurlek di gotara xwe de 2 armancên sereke yên wezareta xwe eşkere kirin. Avakirina Tirkiyeyeke "ji terorê paqijkirî" û pêşkêşkirina destûreke nû ku garantiya hemû maf û azadiyan bide welatiyan. Gurlek tekez kir ku wekî wezîr berpirsyariya wî ye ku pergaleke dadê ya gihîştbar û bilez ava bike ku tê de serweriya yasayê û azadiya welatiyan di parastinê de be.

Hêjayî gotinê ye, ji bo ku destûreke nû di parlamentoya Tirkiyê ya 600 kursî de rêkarên yasayî yên diyar hene. Ji bo pêşniyarkirinê îmzeya 200 parlamenteran, ji bo birina referandumê dengê 360 parlamenteran û ji bo pesendkirina rasterast jî dengê 400 parlamenteran pêwîst e.

Parve bike: