TR KU SO
FB X
Cîhan

AKP li Diyarbekirê xeyalsikestî bû

📅 20 gulan 2018 23:40

PeyamaKurd - Partiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Diyabekirê ji bo Qudsê mitîngek saz kir lê Kurdan ew xeyalşikestî kirin.

Di mitîngê de Serokwezîrê Tirkiyê jî beşdar bûbû û axaftinek kir û wek din jî ji temamê Tirkiyê alîgirên AKPê çûbûn Diyarbekirê.

Li gor çavdêrên mitîngê, tenê 2 hezar kesan beşdarî li wê organizasyonê kiriye û loma jî hemû kadroya amadekar şoke bûye.

Yildirim jî li wir axaftinek kir, lê belê ji ber ku qelebalixa dihat hêvîkirin kom nebû, AKP negihişt mirazê xwe.

Parve bike: