TR KU SO
FB X
Cîhan

Aktîvîsta ciwan Greta Thunberg li Davosê axivî: Cîhan niha disewite

📅 22 rêbendan 2020 14:52

PeyamaKurd - Aktîvîsta keş û hewayê Greta Thunberg ya 17 salî li Foruma Aborî ya Cîhanê axaftinek kir. Thunberg di rûniştina bi navê ‘’Astengkirina Qiyameta Îqlimê’’ de axivî.

Aktîvîst Thunberg got, ‘’Ger we ferq nekiriye, cîhan niha dişewite. Mala me hîn jî dişewite û ji ber ku hûn tiştekî nakin ew agir gur dibe’’

Aktîvîsta ciwan a keş û hewayê li ser helmeta çandina daran a Foruma Aborî ya Cîhanê (DAVOS) jî da zanîn ku ew tiştekî baş e lê şûna tevdîrên bo keş û hewayê nagire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dîyar kiribû ku ew dê piştgiriyê bidin helmeta çandina daran.

Thunberg, di Tebaxa 2018an de li pêş parlamana Swêdê 3 hefteyan çalakiya rûniştinê li dar xistibû.

Parve bike: