TR KU SO
FB X
Cîhan

Al Arabiya: “Îsraîlê êrîs kir kestiya leskerî ya Îranê”

Admin M
Nivîskar
📅 07 nîsan 2021 03:44

PeyamaKurd – Kanala televîzyonê ya bi navê Al Arabiya ku ya Erebistana Si’ûdiyê ye û li Dubaiyê weşana xwe dike ragihand ku li Derya Sor keştiya aîdê artêşa Îranê rastî êrîşa Îsraîlê hatiye.

Ajansa nîv fermî ya Îranê ya bi navê Mehrê dema behsa mijarê kir, binkeya mijarê bir ser ‘çavkaniyeka siyonîst’ û weka agahiyeka ‘nehatiye piştrastkirin’ navand.

Li gor medya Erebî keştiya ketiye ber êrîşê xesarekî mezin tê de çêbûye û gotin ku ji aliyê Îsraîlê de êrîş hatiye kirin. Keştiya behsa wê têkirin, li başûrê Derya Sor, bo Yemen û Erîtreyê mesafa wê weka hev e. Lê her dû dewlet jî heya niha li ser bûyerê tiştekî negotine.

Parve bike: