Al Araby: ‘Operasyona Tirkiyê ji bo demeke nediyar hat bipasxistin’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê operasyona ku ji bo destwerdana Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê amadekariya wê dikir, bi paş xistiye.
Li gorî nûçeya rojnameya Al Araby ku dispêre jêderekî ji nav Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, doh 28ê Gulanê Şemiyê civînek di navbera efserên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li gundê Hor Kilisê yê ser bi Ezazê hatiye sazkirin.
Jêderê ku navê xwe nexwestiye bide diyar kiriye ku aliyê Tirkiyê serkirdeyên komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê agahdar kirin ku operasyona leşkerî ji bo demek ne diyar hatiye paşxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 23yê Gulanê gotibû, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û behsa operasyoneke leşkerî kiribû.
Rojanmeya Al Araby di nûçeyê de wekî sedema paşxistina vê operasyonê, redkirina aliyên herêmî û navdewletî nîşandaye .
Jêderê ji nav opozîsyona Sûriyê jî gotiye, “Paşxistina operasyonê ji nişka ve hat, ku berî rojekê di civînekê de pêvajoya operasyonê û qonaxên wê hatibûn diyarkirin, ku di qonaxa yekem de dihat pêşbînîkirin, operasyon herêma li bakurê Helebê û rojhilatê Firatê bigihîne hevdu.”
Li gorî planê, di qonaxa duyemîn de wê operasyon li gundewarê rojavayê Helebê, li deverên Qubtan El-Cebel, Eyncara û Firqeya 46 bihata kirin ku wan herêman jî milîsên Îranî û hêzên rejîma Sûriyê kontrol dikin.