Al-Masdar: Dema êrîsa ser HTSê dîwarê xala çavderiyê ya Tirkiyê hatiye lêdan
PeyamaKurd – Piştî belavbûna dîmenên êrîşa xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê ya Idlibê, çavkaniyên Sûriyê ragihandin ku hêzên Rûsya û Sûriyê 15 êrîşên hewayî bi ser Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) de pêk anîne, lê êrîşî xala çavderiyê ya Tirkiyê nekirine.
Li gorû nûçeya Al-Masdarê, îro hêzên esmanî yên Rûsya û Sûriyê 15 êrîş li Hema û Idlibê bi ser HTŞ û Artêşa Rizgariya Netewî ku girêdayî OSOyê ve ye de pêk anîne.
Li gorî çavkaniyên ji Al-Masdarê re axivîne, di operasyona ser komên çekdar de, dîwarê xala çavderiya tirk jî hatiye lêdan ku ti ziyanên canî çênebûne.
Herwiha peyamnêrê Ajansa Anadol a Tirkiyê jî bi zarê çavkaniyên ewlekariyê ragihandiye ku êrîşeke wiha pêk nehatiye.
Hîn ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.