Aleksander Dugin ragihand: “Rejîma Ûkrayna keça min kust”
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Rûs û hem şêwrimendê serokê Rûsyayê yê Vladimir Putin, Alexsander Dugin li ser kuştina keça xwe ya bi navê Daria Dugin bêdeng nema û daxwuyaniyekî nivîskî da. Dugin di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de weha got:
“Dania ti carê şiddet ê û şer nedixwest. Rejîma Rûsyayê wê kuşt. Dijminên Rûsyayê wê bi kîn û di bin dest de kuştin. Rejîma Ûkraynayê ya Nazî, di êrîşekî terorîstî de, di teqînekî de li ber çavê min, ew bi hovane kuştin.
Keça min Dugin welatperwerekî baş, peyamnêrekî şer û di kanalên TV yan de şiroveyan dikir û navekî pispor bû. Darya ti carê ti kesî dawetî şer û şiddetê nekir, axaftinên wê û raporên wê her wext kûr, hînker û bi pîvan bûn. Ew di nav xwe de sitêrkekî bû ku bilind dibû. Dijminên Rûsyayê, wê bi fen û di bin dest de kuştin lê wê me nedin rawestandin.”
Daxwuyaniyekî weka Dugin ji aliyê Serwîsa Xizmeta Ewlehiyê ya Federal (FSB) de hat kirin. FSB di daxwuyaniyê de weha got:
“Kuştina Dugina hatibû plankirin û ji aliyê îstîxbarata Ûkrayna de hat kirin. Plana kuştina Daria Dugina, ji aliyê keçekî ku mehekî berê ji Moskovayê hat û piştî kuştinê reviya Estonya û hem hemwelatiya Ûkraynaye de hat kirin.”
Aleksander Dugina pirsporê siyasetê ye û şêwirmendê Putin yê siyasiye. Tê şirovekirin ku bombe xistine ereba bavê Dariayê û ew roj bavê wê ereba xwe daye keça xwe da bikarbîne. Kujer bombe xistiye ereba Dugin lê ji ber Aleksander Dugin ereba xwe dabû keça xwe, ew ji kuştinê rizgar bû.
Merasima cenazê Dania Dugin wê di 23 yê tebaxê de li navenda televizyona Ostankino siet di 10.00 an de çêbibe. Li ser bûyerê lêkolîn û lêpirsîn dewam dike.