TR KU SO
FB X
Cîhan

Alîkarê Serokê Tirkîyê daxuyaniyên Pelosi yên li Ermenistanê bi tundî rexne kir

Admin L
Nivîskar
📅 20 îlon 2022 13:36

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay, daxuyaniyên Seroka Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkayê Nancy Pelosi yên li Ermenistanê bi tundî rexne kir û got: “Ji rastîyan û nêta baş dûr û herwiha yekalî ne.”

Fuat Oktay eşkere kir: “Daxuyanîyên Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi yên di serdana wê ya Ermenistanê de qet nayên qebûlkirin, ji ber ku bi rastîyên dîrokî û rojane re li hev nayên, bi tevahî ji nêta baş dûr in, nêrîneke alîgir ya yekalî nîşan didin û hewldanên dîplomatîk sabote dikin.”

Herwiha Oktay di peyama xwe ya ser medya civakî de eşkere kir, ew bang li hemû aliyên navneteweyî dike ku bi awayekî dadmendî, aqilane û bi berpirsyarî tevbigerin.

Oktay got: “Di demekê de ku pêwîstî bi aştî û aramiya mayînde ya li herêmê heye, ez bang li hemû aliyên navneteweyî dikim ku bi awayekî dadmendî, bi aqilane û beriya her tiştî bi berpirsyarî tevbigerin.”
 

Di berdewamiyê de bang Reveberiya Biden kir ku eşkere bike ka daxuyaniyên Pelosi helwesta fermî ya Washingtonê nîşan dide yan na.

Oktay da zanîn: “Divê rêveberiya Qesra Spî zelal bike, ka gotarên Pelosi û çend siyasetvanên piştgiriya lobiyê bi wê re, yên ku bi eşkere ji bo dengên dîyaspora Ermenî dixebitin, di mijara Qerebaxê de nêrîna fermî ya Amerîka nîşan dide yan na.”

Herî dawî Oktay piştgiriya Tirkîyê ya ji bo Azerbaycanê dubare kir û got: “Em ê sekna xwe ya bi biryar ligel Azerbaycana Can bidomînin ku 30 sal in bo azadkirina welatê ku bi neheqî û bêhiqûqî hatiye dagirkirin têkoşînê dike.”

Parve bike: