Alîkarê Welîehd beriya Kasikçi ketiye qonsolosxaneyê
PeyamaKurd - Wêneyên Maher Ebdulezîz Mutrebê ji kesên nêzî Muhemed bîn Selmanê Welîehd ê Erebistana Siûdî ye di 2yê cotmehê de çend saet beriya Cemal Kaşikçi ketiye Serqonsolosxaneya Stenbolê.
Rojnameya New York Tîmesê wêneyên ku Maher Ebdulezîz Mutrebê ji kesên nêzî Muhemed bîn Selmanê Welîehd ê Erebistana Siûdî ye di 2yê cotmehê de çend saet beriya Cemal Kaşikçi ketiye Serqonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî weşand.
Di nûçeyê de cî dan wêneyên ku Mutreb di seetên pişt re de li ber derê Muhemed el-Ûteybiyê Serqonsolosê Erebistana Siûdî sekiniye, ji otêleke li Tirkiyeyê bi walîzeke mezin derketiye û ji Balafirgeha Ataturkê ya li Stenbolê ji Tirkiyeyê çûye nîşan didin.
Di wêneyên hat diyarkirin ku ji pergalê televîzyona dewreya girtî hatine bidestxistin de dixuyê ku Mutreb di saet 09.55an de dikeve qonsolosxaneyê, di 16.45an de li ber derê mala Serqonsolos disekine. Mutreb di saet 17.15an de li Stenbolê ji otêla ku lê dimîne vediqete û di 17.58an de li balafirgehê dixuyê.
Rojnameya New York Tîmesê pêr îdia kiribû ku Tirkiyeyê nasnameya hin kesên jê dikevin şikê ku di kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî de rola wan heye tespît kiriye. Rojnameyê derxistibû holê ku ji gumanbaran Maher Ebdulezîz Mutreb dîplomet e û di sala 2017an de ji bo Balyozxaneya Londonê ya Erebistana Siûdî hatiye tayînkirin û bi Welîehd ê Siûdî re muxtemelen wek parêzvanê wî gelek cî ziyaret kiriye.
Kaşikçiyê ku piştgiriyê dide rojnameya El Wetena ku ji bo reformxwazên Siûdî platformeke girîng e û herwiha di rojnameya Washington Postê da jî nivîs dinivîsand, di 2yê cotmehê da seba miemeleyên fermî çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê û winda bûbû.
Çavkaniyên ewlehiyê piştrast kirin ku Kaşikçi piştî çû konsolosxaneyê, careke din jê derneket, di heman saetan da bi 2 balafiran 15 welatiyên Siûdî yên ku hatibûn Stenbolê û ketibûn avahiya konsolosxaneyê û paşê dîsa vegeriyabûn welatê xwe yê ku jê hatibûn.