Cîhan
Alimên Îsewî, nerazîbûn nîsanî Îsraîlê dan
PeyamaKurd- Alimên Îsewî yên li Qudisê, nerazîbûna xwe nîşanî perlementerê Knessetê nîşan dan. Parlementerê Îsraîlê qanûnekî amade kiribû ku “karibin dest deynin ser xeyrîmenqûlên dêrê yên li Îsraîlê.”
Patrîkê Dêra Rûman ya Ortodoks ya Qudsê, Theophilosê 3 emîn, patrîkê Dêra Ermenan Nurhan Manukyan û Papayê dêra Axa pîroz Francesco Patton ji serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû re, bo protestokirina qanûna navborî peyamekî şandin.
Di mesajê de rexneya xwe bo reşbeleka qanûna daxwazkirî nîşan dan û ragihandin ku ev qanûn êrîşa ser mafê wan ya ser axa pîroz e. Ji Netenyahû xwestin ku nehêle ev daxwaz here wezareta ku ji qanûnan berpirse.
Parlementer Rachel Azaria qanûna navborî amade kiribû da di meclisa Îsraîlê de bibe qanûn.