TR KU SO
FB X
Cîhan

Alîyev: Divê Ermenistan lêborînê bixwaze!

Admin H
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2024 23:01

PeyamaKurd – Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, di demeke ku danûstandinên aştiyê berdewam dikin de, daxwaz ji Ermenistanê kir ku ji ber tawanên xwe yên serdema dagirkeriya hin herêmên Azerbaycanê lêborînê bixwaze.

Alîyev di Forûma Ombudsmanên Navnetewî ya li Bakuyê hat lidarxistin axivî û got, “Ev salek e di nav erdên Azerbaycanê de serwerî û pergala destûrî hatiye dabînkirin” û diyar kir, wan bi paşve vegerandina erdên xwe herêma gewr ji holê rakiriye û dawî li hêzên cudaxwaz aniye.

Di berdewamê de jî Alîyev ragihand, Ermenistanê di nav 30 salên borî de hemû qanûnên navdewletî binpê kirine û divê Ermenistan ji bo hemû tawanên li herêmê kirine lêborînê bixwaze.

Parve bike: