Aliyev li ser şerê Qerebaxê got: “Em bi tena serê xwe bûn”
PeyamaKurd – Serokkomarê Azerbeycanê İlham Aliyev di kongra partiya xwe ya 8an de, bertekekî tund nîşanî mudaxeleyên derve kir û got:
“Bila herkes ciyê xwe bizanibe û destê xwe nexin nav karên me. Di mesela şerê Qerebaxê de, çaxa pêdiviya me bi destekê hebû, ti kesekî destekê neda me. Em bi tena serê xwe bûn. Me hemû pêdiviyên xwe bi perê xwe kirî.”
Li gor raveyên medya Azerbeycanê; di daxwuyaniya Aliyev de, hinek gotin raste rast peyaman dida Îranê û Moskovayê. Li ser kirîna çekan, Aliyev qesda Rûsyayê û ji ber ku got ‘bila herkes ciyê bizanibe’ jî bi vê gotinê qesda Îranê dikir.
Aliyev got ku her Azerbeycan xwurt dibe û siyaseta serbixwe dimeşîne, bêhtir ji derve de zorê didin ser Azerbeycanê û dê îznê nedin ku ji derve de mudaxeleyê karên hundir yê Azerbeycanê bikin. Aliyev got:
“Bila herkes qedrê xwe zanibe, destê xwe nexin nav karên me. Bila destê xwe nexin nav şiklê jiyana me û rê nîşanî me nedin. Bila herkes bikeve xema gele xwe û dewleta xwe. Her kî destê xwe xistibe nav karê me û derbê li me xistibe, me bi 2,5 û 10 derbeyan li wan xistiye. Pêdiviya me bi alîkarî û parastina ti kesî nîne.”
Aliyev behsa şerê sala 2020an yê Qerebaxê kir û got ku desteka ji derve de nestindine, endamên Minskê jî rexne kir û got hemû li dijî Azerbeycanêne û destekê didin Ermenistanê.