Cîhan
Almanya 160 hezar welatiyên xwe dibe Almanya
PeyamaKurd- Bi sedema belavbûna koronavîrusê û betalkirina seferên balafiran, dewleta Almanya biryarê da ku 160 hezar welatiyên wan yên ku li derveyê welatin, wan bibin welatê wan Almanya. Reqema 160 hezar geleke û bo Almanya barekî girane.
Ragihandina mijarê ji aliyê wezareta karên derve ya Almanya federal de hat kirin. Wê Almanya di rêya hewayî de, wan welatiyên ku li derveyê welat mane, bibe welatê xwe. Li gor ragihandina wezaretê; Almanya bo birina hemwelatiyên xwe 110 balafiran amade kiriye û ji budçeyê 50 mîlyon Ewro pere veqetandiye.
Bo tehliya welatiyên xwe Almanya 150 xebatkarên xwe bi 3 wardiyeyan dixebitîne.