TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya 2 dîplomatên Rûsan qebûl nekir

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2021 03:22

PeyamaKurd – Dewleta Almanya 2 dîplomatên Rûsyayê ku li konsulxaneya Berlînê ya Almanya dixebitin, ragihand ku wan qebûl nake. Ragihandin ji aliyê wezîra karên derve yê Almanya Annalena Baerbock de hat kirin û got ku di 23 yê tebaxê de li Berlînê li Parka Tiergartenê kuştinekî hatibû kirin û di îdeanama dozger de hatibû ragihandin ku kuştin bi fermana dezgeyên Rûsyayê hatiye kirin.

Dadgeh biryarê îro ragihand û wezîr Baerbock got ku tevlî biryara dadgehê dibe û kuştina han ya li ser navê dewleta Rûsyayê, tê vateya binpêkirina desthilata Almanya û îhlala hûqûqê. Baerbock ragihand ku îro bang li serkonsolosê Rûsyayê kiriye û weha dewam kir:

“Me ji serkonsul re got ku her 2 dîplomatên konsulxaneyê li vê derê qebûl nakin. Ez do jî bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axifîm û min got ku em dixwazin bi Rûsya re danûsitendinên zelal, durist, li ser rêzgirtin û hûqûqê bikin.”

Parve bike: