Cîhan
Almanya dixwaze Pûtîn û Lavrov li Laheyê werin darizandin
PeyamaKurd- Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, dixwaze ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Laheyê ji ber tawanên şer werin darizandin.
Frank-Walter Steinmeier ji kovara Spiegel re axivî û da zanîn ku li gorî xuya ye, leşkerên Pûtîn li Ukraynayê tawanên dijwar ên şer pêk hanîne. Steinmeier got, kî ji van tawanan berpirsiyar be, neçar e hesab bide. Leşker jî fermandar jî siyasetmedar jî di nav vê berpirsiyariyê de ne.
Steinmeier li ser dîmenên li bajarokê Bûçayê ya Ukraynayê jî got ‘ku li hember wan dîmenên dijwar dilê min parçe bû.’ Bi berdewamî da zanîn ku li ber çavan e Rûsya bi êrîşên xwe çiqas êş û azarê û mirinê kir nav Ukraynayê.