TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya: Hemas bi qestî ‘terora mosekan’ zêde dike

Admin H
Nivîskar
📅 14 gulan 2021 23:10

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji ber zêdebûna tundiya navbera Îsraîl-Filîstînê avêtina moşekan ji aliyê Hemasê ve bibîr xist û got ku Hemas li dijî Îsraîlê terora moşekan pêk tîne.

Heiko Maas, diyar kir ku Hemas bi qest bi terora moşekan alozîyê li Rojhilata Navîn gur dike û wiha got: "Heger zêdetirî 1000 moşekan li bajarên Îsraîlê ketibin, ev bi xwe rewşeke taybet e. Di rewşeke wiha de pêwîste Îsraîlê bikare xwe biparêze.”

Maast destnîşan kir ku Hemas di vê rewşa aloz de bi qest terora moşekan zêde dike û divê ji bo rewş piştî Remezanê xirabtir nebe, pêşiya wê bê girtin.

Herwiha Wezîrê Alman bang li aliyan jî kir ku ji bo çareseriyê li dor maseyekê rûnin û dest bi danûstandinan bikin.

Parve bike: