TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya pûlên wêneyên Mele Misfeta Barzanî û Mesûd Barzanî li ser wan qebûl kir

Admin M
Nivîskar
📅 04 gulan 2021 03:37

PeyamaKurd – Rêvebiriya Rêxistina Posta Almanya pûlên postayê yên ku wêneyên nemir Mele Mistefa Barzanî û serok Mesûd Barzanî li ser wanin qebûl kir ku di karên postageriyê de bên bikaranîn. Pûl, ji aliyê hunermendê Kurd yê Binxetê Zuheyr Derwêş de hatin amadekirin û Derwêş bo tora medyayê ya Rûdawê ragihand ku Almanya weşana pûlan qebûl kiriye. Derwêş bo televîzyona Rûdawê weha got:

“Bi sedema ez ji nemir Mele Mistefa Barzanî û serok Barzanî gelek hez dikim, li ser navên wan min xwest du pûlan amade bikim. Bila Kurd di nameyên xwe de wan pûlan bikarbînin û ev bibe çandekî nav Kurdan.”

Zuheyr Derwêş ragihand ku bo her 10 pûlan bo weşanxanê 28 dolar pere daye û weha dewam kir:

“Ez ê van pûlan ne bo bazirganiyê lê bo diyarî bikarbînim. Ez mirovên Kurd yên li Ewrûpayê dijîn dawet dikim bila van pûlan çap bikin û weka hediye belav bikin. Çawa be îzna wan ya fermî heye.”

Derwêş, di serî de pûlên ala Kurdistanê li ser wanin, îzna wan xwestiye lê nehatiye qebûlkirin. Derwêş dibêje li Almanya pûlên al, slogan û tiştên şiddetê li ser wanin qebûl nabin.

Zuheyr Derwêş di sala 1976 an de li Binxetê li bajarê Qamîşlo hatiye dinyayê. Ji sala 2000 an û heya niha li Almanya li bajarê Munihê dijî. Derwêş tabloyên xwe bê firçe bikarbîne çêdike û perên ji tabloyan tê bo koçberên Binxetê xerc dike.

Derwêş dibêje bo Kurdên li Ewrûpayê qedr û qiymetên xwe wenda nekin xebateka weha kiriye. Niha jî li ser pûlên ku wêneyên rehmetî Îdrîs Barzanî li ser wane dixebite da îzna wan bistîne.

Almanya xwediyê toreka mezin ya postayê ye û her roj 61 mîlyon name û paket di rêya wê de tên şandin. Li 220 welatan beşên postayê hene.

Bihayê her pûlekî bo nav Almanya 80 sent û bo derveyê Almanya 1 euro û 10 sent e.

Parve bike: