TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya sîstema Patriot û fuzeyên wan teslîmê Ûkraynayê kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 nîsan 2023 02:46

PeyamaKurd – Malpera fermî ya İnternetê ya serokwezîrtiya Almanyayê ragihand ku di çarçoveya paketa desteka nû ya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê de, Almanya sîstema Patriotê ya parastina hewayî ya fuzeya balafirsawar û muhîmmatên wê teslîmê Ûkraynayê kirine.

Ji bilî Patriotê, 16 heb kamyonên Zetros û 2 alavên parastina sînor jî teslîmê Ûkraynayê kirine.

Hukumeta Almanya qebûl kiribû ku ji serê sala 2022an heya 17 ê nîsana 2023an wê alîkariya bi bihayê 2,7 milyar Euroyî desteka leşkerî bide Ûkraynayê.

Hukumeta Almanya di serê sala 2023an de ragihandibû ku wê sîstema Patriotan bide Ûkraynayê.

Parve bike: